Print this page

Encamê Lekolîna Zanistî. Kesên xêvik dibin nijadperest

Rojava News. Li Kenada Zanîngeha Brock lekolîneke ku gelek kesan nerehet bikî imzekir.

 

Li gor nuçeya Huffington Post kesên ku   ne jîrin bêtirî xwe  dibin nijaperest û aydolojiyê ku bi pêşbîryaran tê xwedîkirin bi rehetî tercîh dikin.

 

Li gor  gotara li kovara zanistî ‘Psychological Science’ de hatiye nivîsandin ; tebloya zarokên ku encamê testa I.Q. nizm derdikevê demê mezindibin, bi hesanî rê û aydolojiyên xwedî pêşbiryar, tercîh dikin bilind dibe.

 

Li gor heman lekolînê ku Dr. Gordon Hodson serkeşî jê re dike de derketiye holê; Di encam de ewên testa I.Q. ya wa kême nikarin bi pirsgşrêkan çareserbikin, û ji bo mêjuyê xwe ne westênin dikevin çerxe ke sitewr, ji bo wê jî ew kes û aydolojiyên  li himber pêşketina girtî tercîh dikin.

 

Hodson dibêje; Kesên ne jîr ne karin vê dinya tevlîhev fêmbikin, ji bo wê jî ew kes û aydolojiyên ku jiyanê li ber çavên wa hesan dikin, û bi kanunê xwe  şewazeke çareseriyê pêşdixin tercîh dikin.

 

Dibêje “Rastî tevlîheve û bê bêserûbere, aydolojî vê tevlîheviyê ji hole radikin û çareseriyên hesan pêşniyardikin. Bi vê sedemê kesen ne jîr û xêvik berê xwe didin van rêxistin û aydolojiyên parêzker an jî  lîberal.

 

Piştî ku gotara vê lekolînê hate weşanndin gelek nerazîbun jî derketin holê.