Print this page

Li Çînê ji ber nexweşiyên şewbê 1409 kesî jiyana xwe ji dest da!

13:17:41

 

Rojava News: Hat ragihandin ku meha li Çînê di meha sibatê de ji ber nexweşiyên şewbê hezar û 409 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî raporta Komîsyona Plansaziya Malbatî û Tendirustî ya Neteweyî ya Çînê bi navê ‘Rewşa Giştî ya Nexweşiya Şewbê li Seranserê Welat a Sibatê' meha borî 485 hezar û 649 bûyerên nexweşiyên şewbê hatin tespîtkirin.

Li gorî raportê hezar û 97 bûyerên AIDS, 142 tuberkuloz û 61 kes ji ber şewba mirîşkan jiyana xwe ji dest dan û ji ber nexweşiya hepatit A-B-C-E, quduzî û frengiyê mirin.

Di nava raporta hejmara miriyên ku hate eşkerekirin de miriyên Hong Kong, Herêmên Taybet ên Makao û Tayvanê tunene.