12:34:42
Rojava News: Hat gotin, kesên ku gruba xwîna wan "0" e egera sekna qelbê wan li gor ên din kêm e.
Li gor nûçeya BBCê, lêkolîna ku encamê wê di kongreya Civata Kardiyolojiyê ya Ewropayê de hat eşkerekirin, zanyaran li ser milyonek û 3 hezar kesan xebatek kirin.
Li gor xebatê kesên ku gruba xwîna wan "0" e, rîska wan a koroner û kardiyovaskulerê li gor grubên xwînê yên din ji sedî 9 kêmtir e.
Kesên ku gruba xwîna wan "A", "B" û "AB" ne, di xwîna wan de proteînek heye û ev proteîn dibe sedema tîrbûna xwînê. Ev jî rîska sekna qelb zêde dike.
Pispor dibêjin her çend rîsk kêm be jî mirov li ser hemû nifûsê bisekine, hejmar zêde dibe.
Beriya vê lêkolînê jî lêkolînek hatibû kirin û li gor lêkolînê kesên ku gruba xwîna wan "AB" ne, li gor grubên din qelbê wan zû disekinin.