14:18:33
Rojava News: Zanyarên Amerîkayê di dema li ser rola 'hucreyên tregê' bo pergala mirovan a parastinê lêkolîn dikirin, sedemên keçeliyê dîtin.
Zanyaran di deme tecrube li ser mişkan dikirin, biser ketin ku hucreyên treg ên demborî ji mişkan standin û dema lêkolînên xwe de jî rastî encamekê ku hêvî nedikirin hatin. Zanayaran, mişkên ku hucreyên tregê ji wan hatin standin, ferq kirin ku pûrtên wan êdî dirêj nabin û piştî vê yekê jî têkiliya di navbera keçeliyê û hucreyên treqê de lêkolînkirine. Piştî demekê zanyaran dîtin ku hucreyên treqê, li derdorê kokê pûrtan dicivin û rola bo dirêjbûna mûyan kifşkirin.
Li gorî lêkolîner Michael Rosenblum, dirêjbûna poran heta îro bi ‘hucreyên stemê' re têkildar dihat dîtin, ev agahiya nû dibe keçeliyê ji holê rake.