Print this page

Li Yemenê hejmara mirîyên kolerayê gihîşt 859 kesan

 

Rojava News: Rêxistina Tenduristîya Cîhanî (RTC) ragihand ku di encama nexweşîna kolera ya berbelav a Yemenê de, 859 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Medya Herêma Kurdistanê: 'Termê pêşmergeyekî li herêma PKKê ya Şingalê hat dîtin'

RTCê ji ser hesabê twitterê yê ofîsa Yemenê belav kir ku ji 27ê Nîsanê heta niha li 20 wîlayetên Yemenê hejmara mirîyên ji ber nexweşîna berbelav a kolerayê gihîştiye 859 kesan.

Herwiha hat gotin ku li seranserê Yemenê 116 hezar û 700 kesên bi gumana wê nexweşînê hatiye tesbîtkirin ku ji sedî 46ê wan jî zarokên bin 15 salîyê ne.

Ji ber şerê navxweyî yê li Yemenê ku ev 2 sal in berdewam e, birçîbûn, tunebûna avê û paqijîyê bûye sedem ku nexweşîna kolerayê li seranserê welat belav bibe.