13:56:51
Rojava News: Li Komara Demokratîk a Kongoyê meha borî nexweşiya zikêşiyê dest pê kir û heta niha 117 kes pê mirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê hat dayîn, li rojhilata welêt di 11ê tîrmehê da nexweşiya kolerayê dest pê kir û 3 hezar û 140 bi vê zikêşiyê ketin. Heta niha ji van nexweşan 117 kes mirin.
Li gor daxuyaniyê rîska ku nexweşî bikişe herêmên din hê dewam dike.
Li gor agahiya ku ji Rêxistina Bijîşkên Sînornenas hat hildan, ji ber ku paqijî zêde tuneye û ava vexwarinê peyda nabe, ev nexweşî çêdibe.
Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li welêt par 18 hezar kes bi vê nexweşiyê ketin xw 517 kes miribûn.