Print this page

Rêvas bedenê bihêz dike

Rojava News: Rêvas pincareke lê wek fêqîyan tê xwarin. Hinek rêvasfiroş jêre dibêjin “mûzên Kurda”. Di meha nîsanê de, li cihên hinekî asê û xîz  de li zozanan şîn tê. Kurdên me zêde xwarinan jê çê nakin.

 

Madeyên têde:  Narium, kalium, calcium, phosphot, asin, vîtamîn A- B1- B 2 Naîcîn vîtamîn C.

Bandorê wê:

 

1-    Îştahê vedike.

2-    Bedenê bi hêz dike.

3-    Gazên mexde û rûvîkan ji holê radike.

4-    Rengê mîzê (îdrarê) zer dike. Jibo qebizê başe.

5-    Lê heke zêde bê xwarin  navhinavan dibe (virikî dike). Lewre jinikên  zaroyên berpistan (berşîr – yên şîrê dîya xwe dimijin) heyî divê kêm bixwin. An dê zarok pê zikêş û virikî bibe.

6-    Dermanê nexweşiya şeker e.