Print this page

Sudê Brokolî ji bo mirovan bibînin

Rojava News: Brokolî sebzeyeke ji malbata kelemaye, pelgên wê wek yên kelemê mezin in û rengê wan wek xwelîyê ne. Brokolî  ji bo tenduristîya mirovan gellek bi sude.

 

Tevahîya dinyayê ji brokolî re dibên “ brokolî “.  Kurdan ew şibandîne gulkelemê (kelema wek gulan).  Ji ber ku rengê wê kesk e, me jî keskatî lê zêde kir û bû gulkelema kesk.

 

Welat û Dîrok:  Welatê brokolî Îtalya ye. Di dema Împaratorîya Romayê de çandinîya wê li Îtalya dihat kirin. Di van deh salên dawîyê de  li Tirkîyê û Kurdistana bakur jî hinek çandinîya wê tê kirin û qedrê wê tê zanîn. 

 

Têdahî: Kalsîyûm, kone, flavonoid, antîbîyotîk, selûlozîk, lîf,  karoten, selen, sifir (paxir), potasyûm, hesin, myrosînaz, îndol, vîtamîn A, E, C. Û hwd.

 

Kêrhatî: 1- Bedenê li hember penceşêran diparêze.

 2- Pêşîya helandin û mehîyana hestîyan digire.

3- Li hember arêşeyên xwînê  bandorek erênî û zêde bikêrhatî heye.

4- Bedenê li hember penceşêra pişik ( mêlaka spî- cergê spî), pistan (memik)  û rûvikan diparêze.

5- Xerabûnên ostrojen ji holê radike.

6- Li hember penceşêhra prostatê bandorek zêde baş heye.

7- Pêşîya qebizbûnê digire û qebizê hiltîne.

8- Edavên pivdank û kîskê mîzê paqij dike.

9- Sistema xweragirîyê bi hêz dike.

 

Bikaranîn: 1- Kûr a brokolî 2- Xwarinên brokolî

 

1- Kûr a brokolî: Ji bo edavên rêyên avrêjê, kîskê mîzê û prostata xûy xweş, bi kêmanî 250 gr brokolîya taze bikin beroşekê û bila 10 deqîqan bikele. Paşê nîvê wê avê spêdê, nîvên din jî berî şîvê bi 20 deqîqan vexwin. Lê hewceye piştî vexwarinê bi 20 deqîqan tiştek neyê xwarin û vexwarin. Brokolîya mayî jî hûn dikarin wek selete yan jî pêxwarin deynin cem xwarinan û bixwin. Ev kûr hewceye 21 rojan li pey hev pêk bêt.

 

2- Xwarin: Ji brokolî birûş (şorbe), meqerne,  xwarinên kelandî û qelandî û selete  tên çêkirin

Lê ji bîr nekin, ji bo hûn faydeyek baş jê bibînin, divê brokolî ji 10 deqîqan zêdetir neyê kelandin.

 

Ji ajansa