Print this page

Li Tirkiyê şîrê keran 50 qat li yê çêleka ye!

Rojava News: Li Tirkiyê şîrê keran pir biha buye û  yek litreya şîr bi behayê 100 lireyên Tirkiyê digihê bazarê.

Li Tirkiyê Şîrê  kerê  pir biha bû, ev cara yekemîn e ku şîrê keran pir biha dibe û wê di bazaran de  şîrê herî bahagiran yê ker a be.

Pispor iddia dikin ku şîrê kerê ji şîrê Çêleka  bêtir bi sûde. Jiber ku tê iddiakirin protein (Run û maddeya  kazein ) di şîrê kerê kêmtire, hezma wê rixete. Herweha bexşandina laşê mirov li beranber metirsiyan qewîn dike, Jib o nexweşiyê dil û demara başe, beranber alerjiyên protein mertale, û ji bo xwedikirina zaroka tê tercîhkiirin.

Jin jî, ji bo ku tê îddiakirin ji pestê mirova re başe, û pîrbûnê bi dereng dixê tercîh dikin.

Îro şîrê kerê bi 50 qatî zêdetir bi bahayê şîrê çêleka di bazarê de ji xwe re muşteriyan dibîne.

12:01:07