Rojava News: Rêxistina Tendirustiya Cîhanî ragihand ku, ji koma 19 Hezar û 31 kesên tûşî petaya Ebola bûne heya niha 7 Hezar û 373 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Rêxistina Tendirustiya Cîhanî li ser pêgeha xwe ya taybet li ser tora Internet`ê belav kiriye ku, ji koma 19 Hezar û 31 kesên ku tûşî petaya Ebola bûne heya niha 7 hezar û 373 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gor zanyariyên dawîn ya Rêxistina Tendirustiya Cîhanî ji şeva bûrî li 3 welatan 500 haletên jiyan ji destdane jiber wê petayê hatine tomar kirin.