Print this page

Pêşî li weryana pirça xwe bigre!

12:52:49

 

Rojava News: Pispor dibêjin heker pirçate rojê bêtir ji  100 muyan bi were bizane te pirseka saxlemîya leşî heye.

Divî derbarî da şareza dibêjin dû egerên serekî hene bo weryana pirçê: yekem kêmbuna vîtamînatên di leşê mirovî ku bêtirîya caran hişyar nebuna li xwarin û vaxarinê û herwesa zerzevat û fêqî dibe eger ku leşê mirov lawaz û bêhêz be û ev yek dibe egerên gelek nesaxîyên cuda, di leşê mirovîda û yek ji wan nesaxîyan weryana pirçê ye.

Duyem derunê mirovî ye ku dibe egerê weryanê. Divê derbarê da divê li despêkê li saxlemîya leş û deruna xwe hişyar bin û paşê bi rêkên sruştî giringîyê bidin pirça xwe.

Bo rêgirtina weryana pirçê wan maskan bi kar bîne.

Zeyta zeytuna û sîr: destpêkê sîrê baş bi qute taku wekî macunê li bê û paşê zeytê bike ser û di koka pirça xwe bide û bo nîv demjimêrî raweste û paşê bi ava têhinşîr baş bişo. Vê maskê heftîyê dû caran dubare bike.herwesa dikarî heftîyê du caran zeyta Behîvan jî bikar bînî.