Print this page

Sûdên tolik ê bi jimartin xelas nabe

Rojava News: Tolik gîhayeke çolê ye li hemû demsalan şîn tê  û li hemû welatên cîhanê jî tê çandinê.

Giha kî kevne û ji bo gelek nexweşiyan hatiye bikaranîn.

Sûdên Tolikê jî evin:

  • Ji bo nexweşiyên dil û mirov ji hişkbûna damarên xwînê diparêze.

 

  • Dibedena mirovan de rêjeya Kolîstrolê rêk dixe û dadixe
  • Tansyona xwînê (fişara xwînê) dadixe û rêk dixe.
  • Belxemê davêje.
  • Koxikê çareser dike û mirov ji pêketina sermayê diparêze.
  • Ji bo iltîhabên qirikê û dev dermane.
  • Ji bo mîzkirinê başe.
  • Çermê mirov paqij dike.
  • Kulîlka Tolikê jibo êşa gurçik û kîsikê mîzê û êşa aşikê bi sûde.
  • Êşa zimanê biçûkê rihet dike.
  • Kulbûna dev û qirikê çareser dike.
  • Pelên wê mirov ji kulbûna çerm diparêze.
  • Ji bo pîskolojiya mirov gelekî bi kêre û bêhna mirovî vedike.

 

Jibo ku mirov ji van hemû nexweiyann bê parastina dive tolikê bixwe, Tolik tamekî xwe ya xweş heye û çêkirina xwarina wê jî gelekî hêsane tenê hûr bike û pîvazekê jî hûr bike û di nava zêytê de sor bike û li gel tasek dew yan jî mast gelekî xweşe