13:06:25
Rojava News: Spînax piranî li walatê Qafkasya û Îran û Efxenîstan û Tirkmenîstanê şîn dibe. Li seranserê cîhanê ji ber ku Spînax pir bi mifaye herî zêde Spînax tê xwarin.
Lêkolînên di derbarê Spînaxê da hatine kirin dîyar dike ku leşê mirovî ji nesaxîya penceşêrê diparêze, dibe rêgir li hember penceşêra pêstî û mêlakî û mesanê.
Herwesa Spînax ji alîyê vîtamînatên A,C,E gelek dewlemende û ji ber van taybetmendîyê Spînaxî rêgiryeka suruştî ava dike li hember celta dilî û celta dêmî û nesaxîyên cûda yên çavan û heger Spînax di heftîyê 2 rojan bê xwarin rêgirîyê li kore buna danemran dike û çavan di parêze. Divan lêkolînanda aşkere dibe ku Spînax dibe parêzvaneka bi hêz ya nesaxîya Elezheyimir ango nesaxîya ji bîrkirinê.