01:01:51
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, piştî ku vegere Herêma Kurdistanê dê li gel partiyên siyasî re bicive û ji partî û pêkhateyên Kurdistanê heyetek pêk bîne da ku biçin Bexdayê û danûstandinên serxwebûna Kurdistanê gotûbêj bikin.
Li gor Nûçeya Hêmin Salih yê BasNewsê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî sefera xwe ya derveyî welat, dê li gel hemû aliyên siyasî bicive û derbarê serdanên xwe de agahî bide.
Her ew dê di wan civînan de şandeyeke bilind a partiyên Kurdistanê jî ava bike da ku biçin Bexdayê û danûstandinên serxwebûna Kurdistanê li gel hikûmet û berpirsên Iraqê gotûbêj bikin.
Her wiha di nûçeyê de cih digire ku dê ji bo projeya El Hekîm jî bersiveke hevbeş a aliyên Kurdistanê diyar bikin.