Print this page

Amedê: Salvegera Dilovaniya Nemir Barzanî hat yadkirin!

Rojava News: Li Diyarbekirê, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ji bo salvegera dilovaniya Nemir Mele Mustefa Barzanî daxuyaniya bibîranînê belav kir. Rêveberên partiye diyar kir ku, ew bi boneya 38’emîn salvegera dilovaniya Rêberê Gelê Kurd Nemir Mele Mustefa Barzanî bi dilsozî bi bîr tînin û dê bi hêviya azadiya 4 parçeyên Kurdistanê; di şopa Nemir Barzanî de bimeşin. 

Ji ber rasthatina 1’ê Adarê;  salvegera 38’emîn a dilovaniya Nemir Mele Mustefa Barzanî li çar aliyên Kurdistanê tê bibîranîn. Rêvebirên Partiya Azadiya Kurdistanê jî ji bo yadkirina salvegera dilovaniya Nemir Barzanî, daxuyanî da û diyar kir ku ew bi yekgirtina hemû kes û aliyên neteweyî, Kurdistanî û bi xwedîderketina destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê, şopdarên xeta Nemir Mele Mûstefa Barzanî ne. 

Nemir Mele Mustefa Barzanî di sala 1976’an de ji bo dermankirina êşa xwe derbasî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bûbû û di 1’ê Adara 1979’an de koça dawî kiribû.