Print this page

Firokeyên Tirkiyê gundê herêma Kurdistanê bombebaran kir

Rojava News: Sererkaniya Giştî ya Artêşa Tirkiyê ragihand, ku firokeyên şer li nav xaka Başûrê Kurdistanê 16 kampên PKKê bombebaran kiriye. 

Sererkaniya Giştî ya Artêşa Tirkiyê, îro Çarşemê (01-03-2017) bi daxuyaniyekê ragihand, ku firokeyên wan kamp û pêgehên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê dane ber bombeyan. 

Li gorî daxuyaniyê demjimêr 19:33 heta 20:28ê şeva 28ê Sibata 2017ê, firokeyên şer li Qendîl, Avaşîn, Basyanê 16 kampên PKKê û herwiha pêghehên cabilxane û stargeh bombebaran kirine.

Hevdem Qaymiqama Rewanduzê Kwêstan Ehmed ji ragihandinê re piştrast kir ku firokeyên şer ên Tirkiyê herêma Qendîlê bombebaran kirine.

Ehmed got; “Firokeyên şer ên Tirkiyê bilidahiyên Kortekê, gundên Konekotir û Navdeştê yên ser bi qezaya Pişdera Ranyayê û herwiha gındên  Lewjê, Enzê, Zergelê yên ser bi qezaya Wertê ya Rewanduzê bombebaran kirine.”