Print this page

Berpirsên Wezareta Pêşmerge û PKKê careke din dicivin

14:14:02

 

Rojava News: Biryare berpirsên Wezareta Pêşmerge û fermandarên PKKê li ser mijara aloziya li Xanesora Şingalê cara duyemîn bicivin.

Li gorî zanyariyan civîna duyemîn jî li Şingalê tê birevebirinê û biryare fermandarên PKKê biryara derpirsên bilind ên partiya xwe ya li Qendîlê eşkere bikin.

Ji bo aramkirina rewşa li Komalgeha Xanesorê ya Sinunê ya Şingalê, duh berpirsên Wezareta Pêşmerge û û fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Hêzên Parastina Gel (HPG) civiyabûn. Di civînê de biryara agirbestek 24 demjimêrî hatibû wergirtin.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Hêmin Hewramî ragihandibû, ku fermandeyên Pêşmerge û PKKê li ser ragihandina agirbesteke 24 demijmêrî li hev kirine.

Herwiha Hêmin Hewramî gotibû, ku sibe jî dê ji bo bi dawî anîna aloziyan çend hevdîtin di navbera fermandeyên Pêşmerge û PKKê de pêk werin û nabe PKK êdî pêşiya pêşmergeyan bigre.

Roja Înê 3ê Adara 2017ê, li Komelgeha Xanesor a ser bi devera Şingalê di navbera pêşmergeyên Leşkerên Roj û hêzeke ser bi PKKê ve ya bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de şer derket.

Şer li rêbendeke Komlegeha Xanesorê ku ser bi bajarokê Sinûnê ve derket û di encamê de 1 şervanên YBŞê jiyana xwe ji dest da û 3 şervanên din ên YBŞê jî birîndar bûn. Herwiha di pevçûnan de 4 pêşmergeyên Leşkerên Roj jî birîndar bûn.

Hêzên YBŞê ku ser bi PKKê ve ne, daxwaza ji pêşmergeyên Leşkerên Roj kiribûn, ku ji devera Xanesor û Sinûnê derkevin û muhlet ji wan re diyar kiribûn.