Print this page

Partiyên Bakurî: Nabe hêzeke çekdar ji Herêma Kurdistanê re sergêjiyê çêke

12:36:48

 

Rojava News: 3 partiyên Bakurê Kurdistanê daxwaz kirin ku li Şingalê şer û pevçûn dubare nebin.

Partiyên Bakurê Kurdistanê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur (PDK-Bakur) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di derbarê şer û aloziya ku roja Înê ya 3ê Adara 2017an de, di navbera Pêşmergeyên Rojava û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de derketibû, daxuyaniyek hevpar dan.

Her sê partî di daxuyaniya xwe de diyar dikin: “Tecrubeyên dîrokî yên gelê Kurdistanê bi dehan cara ispat kirîye ku şerê navxweyî birînên kûr di dil û hişmendiya gelê me de çêkiriye. Xêrnexwazên miletê Kurd her ji van şerên navxweyî feyde girtine.”

Daxuyaniya hevpar a her sê partiyên Bakurê Kurdistanê wiha ye:

Şerê Navxweyî ji Miletê Kurd Re Xizmetê Nake

Li gorî agahîyên belav dibe; li Başûrê Kurdistanê li Şingalê di navbera Pêşmergeyên Roj û YBŞ ya ku girêdayî PKKê de şer derketiye. Di vî şerî de kuştî û birîndar hene.

Tecrubeyên dîrokî yên gelê Kurdistanê bi dehan cara ispat kirîye ku şerê navxweyî birînên kûr di dil û hişmendiya gelê me de çêkiriye. Xêrnexwazên miletê Kurd her ji van şerên navxweyî feyde girtine.

Şerê îro li Şingalê derketiye li beşeke Başûrê Kurdistanê ku di bin desthilatdariya parlemento û hikûmeta Başûrê Kurdistanê de ye. Şingal perçeyeke Kurdistanê ye. Nabe ku bêyî xwestin û îradeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tu hêzên çekdarî ji Hikûmeta Kurdistanê re sergêjî û pirsgirêkan derxîne. Hemû hêzên çekdar yên ji Başûrê Kurdistanê ne û yên girêdayî Wezereta Pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê ne divê li gor îradeya Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Kurdistanê tevbigerin. Yên ne ji Başûrê Kurdistanê ne û ne di bin îradeya Wezareta Pêşmerge de ne divê rêzê li hikûmet û parlementoya Kurdistanê bigirin û ji Şingalê vekişin.

Em bangî Pêşmergeyên Roj û YBŞê dikin ku divê şer û pevçûnên bi vî rengî dubare nebin û her alî li gorî biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevbigerin.

PAK, PDK-Bakur, PSK