Print this page
Îtîlafa Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê kiryarên çekdarên Mertala Feratê li  Efrînê şermezar kir

Îtîlafa Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê kiryarên çekdarên Mertala Feratê li Efrînê şermezar kir

9:39:51 PM 

RojavaNews: Itîlafa Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê kiryarên çekdarên Mertala Feratê û hemû binpêkirinên wan dijî mafên mirovan di derheqê çekdar , sivîlan û talankirina mal û milkên wan  de, ku li Efrînê tên kirin bi tundî şermezar kir.

Itîlafa Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê, roja Înê, beyanameyek belav kir, û têde hemû binpêkirin û kiryarên dijî  mafên mirovan di derheqê şervan , sivîlan û talankirina mal û milkên welatiyan, mîna terewktor û zeyta zeytûna û pez  ku li Efrînê tên kirin bi tundî  şermezar kir. 

Di wê beyanameyê de Itîlafa Niştîmaniya Opozisyona Sûriyê got, “li Efrînê  hin wêneyên sivîl û çekdaran, ligel bêrêziya  beramberî terman û leyîstikan  bi wan ve  hatine belav kirin û hin kiryarên li dijî mafên mirovan, mîna diziya malên Kurdan, şewitandina malên sivîlan li Efrînê û derdora wê hatine kirin, ew kar ji aliyê çekdarên Mertala Feratê ve hatine kirin, divê yekser û bilez  lêkolîn were kirin û tawankar werin size dan.”

Di beyanameyê de  Itîlaf  karên bi wî rengî   şermezar kir û da zanîn, ew li dijî her kiryarekî bi vî rengî ne û nabe sivikatî bi sivîl, çekdar û dîlan re were kirin. Banga rêzgirtinê li tevahiya pêkhat, ol û netewên deverê kir û dûr bûn ji her karekî, ku rê bide şerekî Kurdî -Erebî li wê deverê rû bide,xwest.

Çekdarên Mertala Feratê bi piştevaniya dewleta Tirkiyê  binpêkirin û kiryarên dijî  mafên mirovan di derheqê çekdar û sivîlan û talankirina mal û milkên welatiyan li Efrînê berdewam e  û ta vê demê topbaran bi çekên giran têne kirin û Herêma Efrînê bi giştî hatiye dorpêçkirin , û hejmara qurbanî û birindaran û kêmbûna pêdiviyên jiyanê yên rojane zêde dibe.

Qadî