Print this page

Libnan..Şandek ji PDK-Sê li gel serokê berê yê komara Libnanê civiye

RojavaNews :Şandek ji rêxistina Libnanê ya Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriya PDK-Sê li gel serokê berê yê komara Libnanê re li Beirûta paytext civiye.

Rêxistina Libnanê ya PDK-Sê ev nûçeye han li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir û wiha nivîsand: Şandek ji PDK-Sê ku ji her yek ji (Mistefa Hebo, Reşîd Elo) pêk dihat, li gel Emîn Cemîl serokê berê yê komara Libnanê li Beirûta paytext civiye.

Hat zanîn ku di heyama civînê de behsa bûyerên dawî yên ku li Libnanê çêbibû, rewşa Sûriyê û Libnanê hate kirin, her wiha peywendiyên dirokî yên dinavbere miletê Kurd û miletê Libnanê û çawaniya bihêzkirina wan peywendiyan beşekî din bû yê wê civînê.

Nalîn Hesen

11:38:50