RojavaNews :Ji ber nêzîkbûna rêxistina terorîst ya bi nave DAIŞê ji gundê Ihris ya bi ser Tilrifat, bi sedan welatiyên wî gundê koçberî Efrîn bûn.
Li gorî zanyariyên hatine bidestxistin, li gundê Herbel ya bi ser Helebê ve şerekî dijwar di navbera Cebhet ElŞamiyê ya bi ser dijberiya Sûriyê ve ji aliyekî û DAIŞê ji aliyekî di ve, ku di encam de DAIŞê ew gund bi temamî kontirol kir û Cebhet ElŞamiyê jî ji aliyê xwe ve ber bi gundê Ihris ve vekşiya, ji ber vê yekê bi sedan welatiyên wî gundê koçberî Efrîn bûn.
Tê zanîn ku hejmara kurde li gundê Ihris 4 hezar kes derbas kiriye.
Nalîn Hesen
10:40:14