Print this page

DAIŞê li Şedadê hate topbarankirin

RojavaNews :Balafirên hevpeymaniya navdewletî çend êrîş birin ser devera Şedadê li başûrê bajarê Hesekê ku di jêr desthilata DAIŞê de ye.

Heta niha nehatiye zanîn,ku ziyana gihiştiye wê deverê çi ye, lê tê gotin ku kêlgeha Cibisa ya Petrolê hatiye bombebarankirin.

Her wiha Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku hejmarek pîremêrên Aşûrî ku li gundekî TilTemirê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn girtin serbest hatin berdan.

11:05:36