Rojava News: Termê ciwanê bi navê Reşîd Mistefa di çemê gundê Dêrbeluta Cindrêsê de hate dîtin.
Nişteciyên bajarokê Cindrêsê şevê din cenazeyê welatiyê yê bi navê Reşîd Mistefa Kilbor yê 18 salî li nêzî gundê Dêrbelutê dîtin.
Hin çavkaniyan ji nav xelkê deverê gotin; nexweşî di mejiyê Reşîd Kelbor de hebûye, dibê ku di nav avê de ji ser xwe çûbî.
Lê ji bo encamê zelal ya lêkolîna tibbî cenazeyê wî birin nexweşxaneya Efrînê