Print this page

ENKSê dê xwepêşandanan li rojavayê Kurdistanê lidarbixe

RojavaNews :Duh, emîndariya giştî ya Encumena Niştimaniya Kurdî Li Sûriyê li ofica partiya Yekîtî li Qamişlo Civîna xwe ya siyemîn lidarxist.

Hat zanîn ku di heyama civînê de behsa rewşa siyasî bi giştî û sedemên zêdebûna pileya penaberiyê hate kirin. Her wiha biryar hate standin ku roja Şemiyê 5-9-2015 ENKSê li hemû bajarên kurdî li Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanan ji jêr dûrişme" na ji bo penaberiyê" lidarbixe.

Nalîn Hesen

11:11:59