Rojava News: Encumena Xwecihî li Efrînê ya Encûmana Niştamanî ya Kurdî li SûriyêENKS daxuyaniyek derbarê rewşa perwerdê û xwendinê de li herêma Efrînê ji bo raya giştî belav kir.
Encûmana Xwecihî li Efrînê di daxuyaniya xwe de diyar dike ku rewşa xwendinê û fêrkariyê li Herêma Efrînê pir xirab bûye û radighîne ku ew tevahiya biryarên zorane yên desthilata defakto, yên derbarê xwendinê de red dikin.
Encûmena ENKSê li Efrînê bang li hemû aliyên siyasî û yên têkildarê fêrkariyê kir ku berpirsiyariya xwe ya dîrokî li pêş nifşên gelê kurd li ser milên xwe bigrin.
Di daxuyaniyê de, Encûmena ENKSê ya Efrînê ji bo başkirina perwerdeya herêmê bang kiriye ku bi çend xalên girîng pêk werin.
Xalên Encûmena ENKSê ya li Efrînê ev in:
1- Zimanê kurdî ji aliyên şarezayan ve were fêrkirin.
2- Pirtûkên Wezarete Perwerdê ya Hikûmeta Sûriyê bimînin heta ku lêveger li ser metod û meteryalên xwendinê bê kirin
3- Perwerde ji îdiolojiyên partiyan bên dûrxistin û pênasîn ji aliyê saziyên dewleta pêwendîdar bi wan bê kirin.
4- Kora perwerdeyê bê parastin û çalakkirin çimkî çarenûsa nêzîka 5 hezar mamoste û hezarên xwendekaran pêve girêdayî ye.
5- Kar ji bo vegerandina hemû kel û pelên pêdawîstiyên xwendinê yên dibistanan bên vegerandin û mamoste bên amadekirin.
6- Kar li gel hemû mamosteyan bê cîwazî bi sedema baweriyên siyasî bê kirin.
7-Alîkarî ji bo navendên xol, anku dewreyên taybet, li gorî rewşa mamoste û xwendekaran, bê pêşkêşkirin.
8- Kar ji bo vekirina hemû dibistanên ji bo sedemên cuda hatibûn girtin, bê kirin.
Şareza û pisporên perwerdê li Herêma Efrînê dibêjin ku bi sedema biryarên desthilata PYDê, rewşa xwendinê li Herêmê pir xirab bûye û di encamê de xelkê Efrînê zarokên xwe ji bo xwendinê dibin Tirkiye yan jî Helebê û bi gotina wan ev yek jî bû sedemeke zêde ji bo koçberiya kurdan ji herêma Efrînê.
10:39:05