Print this page

derhenerekî Kurd xelata baştirîn Filmê xwendevanên beyanî wergirt

RojavaNews :Derhenerê Kurd yê bi nave Hozan Ebdo xelata baştirîn Filmê xwendevanên beyanî ya sala 2015 (golden maple for best international student film) di festivala Cahorîna li Bosna û Hercegovina  wergirt.

Hozan Ebdo 24 salî ye, di sala 1991 li gundê Gazê li gundewarê Efrînê li rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, beşê derhenera Sînemayê li zankoya Figîk ya Rûsyayê xelas kiriye.

Tê zanîn ku filmê bi nave Leyla yê ku derhenerê wê Hozan ne di gelek festîvalên cihanî beşdar bûye mîna

Ciampino international film festival.. li Îtalyayê

Corto creativo short film festival .. li Meksik

Mostra mifice student film festival.. li Bortogal

Karochi film festival.. li Rûsyayê

Herweha biryare ku di festival Kazan ya cîhanî ya ku 5 vê mehê  wê were lidarxistin beşdar bibe

Nalîn Hesen

12:34:35