RojavaNews :Rêxistina tunderew ya bi nave DAIŞê welatyekî Kurd li gundewarê Babê bi tometa ku ew ji ola Îslamê vegeryaye bidarvekir.
Li gorî agahiyên hatine bidesxistin, duh DAIŞê welatyekî Kurd yê bi nave Xalid ElHac Xalid li gundewarê Babê bi tometa ku ew ji ola Îslamê vegeryaye bidarvekir, û piştre DAIŞê ji malbata Xalid re gotin ku bavê wan hatiye bidarvekirin û herweha destê xwe danî li ser mal û melikî wî.
Xalid ElHac Xalid 40 salî bû, û bavê 3 zarokan bû, karmendê navenda lêkolînin Zanistî li bajarê Helebê bû , û di 7-7-2015an DAIŞê êrîş bir ser gundê wî yê bi nave Şidod û wê bi girtin dan.
Nalîn Hesen
10:44:34