Print this page

Zarokekî Kurd li bajarokê TilEranê Şehîd bû

RojavaNews :Duh, Zarokekî Kurd li bajarokê TilEranê li gundewarê Babê Şehîd bû

Li gorî agahiyan,  rêxistina DAIŞê herdû bajarokê TilEran û TilHasil topbarankirin, herweha şer û pevçûnên giran di navbera DAIŞê û rêjîma Esed ku eve çend rojên ku li wê deverê  derketiye berdewame.

Hat zanîn ku di encama wê topbaranê de Zarokê kurd yê bi navê Mihemed Hesen ElHacî yê 11 salî jiyana xwe ji dest da.

Hêjayî gotinê ku DAIŞê bi berdewamî ciwanên Kurd li gundewarê Babê digre, ku hejmare girtiyan di nave hefteyekê 120 kes derbas kiriye.

Nalîn Hesen

11:11:30