Print this page

Careke din DAIŞê li Kobanî ye û xelk dibêjin kanî parastin

RojavaNews :Çekdarên  rêxistina terorîstî DAIŞê careke din êrîşî gundekî bajarê Kobanî  kirine û 17 welatiyên wî gundî revandin.

Li gor zanyariyên me çekdarên DAIŞê serê sibê seat 8 roja 24-8-2015an êrîşî gundê Qolanê, ku dikeve başûrê rojhilatê Kobanî kirin û di encam de hejmarek welatî revandin.

Çavkaniyên herêmê jî dibêjin ku çekdarên terorîst ên xelkê wê deverê ne, ku  li başûrê Kobanî  xalên kontrolê datînin û Kurdan direvînin.

Ebdirehman Gelo endamê  Mekteba  Siyasî  ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê li ser vê mijarê wiha ji rojnameya Kurdistan re got ":Operasyona revandina welatiyên sivîl ji gundê Qolanê yê bajarê Kobanî, ne yekemîn care ku xerqên ewlehî çê dibin û dê ne ya dawî be jî, helbet di jêr desthilata "kantona Kobanî" de, berya niha me dît bê çi li bajarê Kobanî di 25ê Hezîranê de çê bû. Ev yek tê wateya wê yekê ku Kobanî di valahiyeke ewlehî de dijî û ti carî PYDê nikare parastina jiyana xelkê deverê bike.

Gelo axaftina xwe berdewam kir:" Ev xerqên ewlehî li gor pîlaneke sîstemakirî tê,  da ku xelkê deverê careke din venegere ser mal û milkên xwe û Rojavayê Kurdistanê ji Kurdan vala bibe û demografiya deverê jî bê guhertin."

Ehmed Îsa ji Kobanî wiha got:"  PYDê tenê parastina xwe dike, bila kes neyê xapandin bi parastina ku pê bang dike, eger ne ji balafirên hevpeymaniyê  ba, niha careke din Kobanî ketiba destê DAIŞê de."

Rêxistina DAIŞê cara di 25ê Hezîrana îsal de, êrîşî navenda Kobanê kiribû û di encam de nêzîkê 300 hemwelatî û şervan şehîd bibûn.

Ehmed Kêtikî- Pirsûsê