Print this page

Mesrûr Barzanî: Cara dawî alîkarî bo Pêşmergeyan hat berî 4 mehan bû

RojavaNews :Di hevdîtinek taybet li gel kenala (BBC) de Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: Pêwîstiya Pêşmergeyên Kurdistanê bi alîkariya leşkerî bêhtir heye. Heta niha pirsgirêka Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ewe ku çek û teqemenî û pêdawîstiyên leşkerî kêmin. Alîkariya dawî bo wan berî 4 mehan bû.

Mesrûr Barzanî got: “Berî niha Hikûmeta welatê Almaniya çekê dijî tankan cûre Mîlan radestî Pêşmergeyên Kurdistanê kirbû. Lê Mesrûr Barzanî eşkere kir ku li gel girîngiya wî cûreyê çek lêbelê gelekî hindk bû".

Barzanî got: “Em rola hêmû welatên piştevaniya me kirin bilind dinrxînin. Lê bera ji bîra kesî nere ku em li eniyekê bidirêjahiya bêhtir ji hezar km şer li dijî têrorîstên DAIŞê dikin. Lewma pêwîstiya me bi çekên bêhtir heye jibo parastina vê devera ber fireh.”

Di dawiyê de Barzanî tekez kir ku “Pêwîstiya Pêşmerge bi Madeyên Gulenebir, Maskên Dijî Kîmyawî û Tankan heye.”

10:31:20