Print this page

Hesekê .. heyva sora rejîmê çar hezar selikên xwarinê belavkirin

10:58:50 PM

 

RojavaNews : Li bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê heyva sora rejîmê çar hezar selikên xwarinê belavkirin.

Ajansa fermî ya rejîmê sana îro belev kirya ku şaxê Hesekê yê heyva sora Erebî dest bi belavkirina çar hezar selikên xwarinê li ser malbatên ku ziyan ji şer û pevçûnên bi rêxistna DAIŞê re li başûrê bajarê Hesekê dîtina kirya.

Li gor ajansa navbûrî ku ew alîkaryên xwarinê wê li ser ziyandarên bajarê Şedadê , Merkeda û Erîşe yên ku li Hesekê dimînin herweha taxên başûrê bajêr bên belavkirin.

Afiya Hacî