Rojava News: Berî niha bi demekê 30 welatiyên Efrînê dema ku diçûn Helebê ji aliyê rêxistina terorîstî El Nusra ve hatin dîlkirin.
Ev nêzîkî 15e rojin 30 welatiyên Efrînê yên fermanber ku diçûn meaşê xwe ji Helebê bistînin, bi destê çekdarên rêxistina El Nusra ve hatin desteserkirin.
Ta niha di derbarê wan 30 kesande zanyarî nehatine girtin û malbatên wa jî di derbarê çarenusa wa kesa ne xwedî agahîne.
Beri niha heftiyekê gundê Derbelut û Dêwa yê ser bi nahiye Cindirîsê ji aliyê rêxistina tundrewî ve hate topbaran kirin. Di encama topbaranê de birindar çêbun û xelkê deverê koçber bûn.
Bajarê Efrinê eve dû salin dibin dorpeça rêxistinê tundrewê olî wek El Nusra û DAİŞê de ye û ji aliyêdin ve jî dewleta Tirkî deriyê sînor daxistine.
Sinem Bakir
11:11:40