Print this page

Efrîn .. ciwanekî Kurd bi destê rêgireke Partiya PYDê hat kuştin

6:35:44 PM

RojavaNews : Li bajarê Efrînê yê rojavayê Kurdistanê rêgireke Partiya PYDê ciwanekî Kurd kuştin.

Li gor zanyaryên hatina bi dest xistin ku di roja îna borî de li ser rêgireka nêzîkî gundê Qestel yê gundewarên Efrînê ciwanê bi navê "Mihemed Mehmod Elo" yê temen şazdeh salî li ser destê wê rêgirê hat kuştin û diya wî jî birîndar bû.

Wî ciwanê nav borî bi utombîleke icre di xwest diya xwe ya nexweş bi hewarî bibe nexweş xaneyê , lê li ser wê rêgirê partiya PYDê rawestan û çekdarên li ser wê rêgirê gule berdan û di encamê de" Elo" sê gule xwarin û jiyana xwe ji dest da her weha diya wî jî birîndarbû.

Elo ji gundê Zera ye yê bi ser nav çeya bilbilê ya gundewarê  bajarê Efrînê ye û temenê wî şazdeh sale.

Zozan Yûsif