Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku divê di tevahiya warên jiyanê de reform bên kirn û got, hikûmet ji bo pêkanîna reformê ciddî ye.
Bîstekî beriya niha konferansa Tora Parastina Civakî li bajarê Hewlêrê dest pê kir.
Di vekirina konferansê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand, divê di tevahiya waran de reform bên kirin û hikûmet jî di vî warî de ciddî ye.
Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku ew dê vê yekê gav bi gav bikin û got, pêkanîna reformê pêşiya gendeliyê digire.
Serokê Encumena Wezîran her wiha got ku reform karekî hêsan nîne lê ew rijd in li ser pêkanîna reforman.
09:18:56