RojavaNews :Bêncî û çar sal li ser şoroşa Elûlê bi serkirdayetiya nemir mela Mistef Barzanî derbas dibe.
Bi wê helkeftê partî Demoqratî Kurdistan-Sûriya daxuyaniyek belav kir û têde hatiye ku: "şoreşa Eylûlê karî azarên miletê kurd û doza wê ya rewayî li cîhanê belav bike li jêr navê demuqratî ji bo Îraqê û destihlatiya xweser ji bo Kurdistanê".
Her di wê daxuyaniyê de PDK-Sê şoreşa Eylûnê dibîne ku nûneratiya berjewendiyên netewî yên gelê kurdistanê bi rêya serkirdayetiya xwe ya mêrxas herweha di rêya hêla xwe ya netewî û niştîmanî digire, û karî alîgiriya gelê kurd û hêzên wê yên niştîmanî li parçeyên din yên kurdistanê bidest bixe.
Her di wê daxuyanyê de PDK-Sê pesn dike ku serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî karî sedemên brakujiya navxweyî derbas bike û yekîtiya siyasî li gel rêzgirtin ji alyên siyasî û azadiyên giştî pêk anî û karî berev fidraliyetê herweha niha berev dewletê ve biçe.
Ji bo wê salvegera bêncî û çaran ya şoreşa Eylûlê PDK-Sê çemandina rêzgirtin û bilindibûnê li pêş wê şoreşa pîroz bi serkirdayetya nemir Barzanî dike, herweha pîrozbahiya qehremanî û serkeftinên pêşmergeyan li dijî terorê û parastina deskeftên şoreşa Eylûl û Gulanê dike.
Qamişlo 11-9-2015
Office Siyasî ya Partî Demoqratî Kurdistan-Sûriyê