5:40:10 PM
RojavaNews : Roj bi roj pêla koçberiya welatiyên rojavayê Kurrdistanê bihtir dibe û navçe ji Kurdan vale dibe.
Û ji bo sedemên koçberiyê her yek ji Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê û Tevgera Civaka Demuqratîk (TEV DEM) hev tomet bar dikin bi sedemên koçberiyê , ji aliyê xwe ve navendeke lêkolînan bi ser Partiya PYDê ve rapirsînek amide kir û di encama wê wê rapirsînê de 87.4% ji sedemên koçberiyê di ked di sitûyê rêveberiya bi ser Partiya PYDê de.
Navenda rojava ya lêkolînên sitratîcîk bi ser Partiya navbûrî rapirsînek li ser sedemên koçberiyê ji rojavayê Kurdistanê amide kir ku tê de hezar û sêsdeh û çil û dû kes beşdarbûne
Di nav wan de kur , keç, bijin, bêjin , xwedî bawernameyên seretayê , navendî, paşnavendî , peymangih û zango hebûn, herweha di nav wan de kesên ku ji rojavavayê Kurdistanê koçber bûbûn û dîsan vegeriya bûn , her weha kesne xwe ji bo koçberiyê amide dikin.
Li gor encamên wê rapersînê ku ji sedî heştê û şeş ne bi koçberiyê re ne
Li ser sedemên koçberiyê navanda nav bûrî di encama wê rapirsînê de di bêje ku 14.6% ji ber rewşa ewlekariyê ye, 9.9 % nebaşiya xezmetgwezariyên rêveberiya bi ser Partiya PYDê ve, 1.1% yasayên rêveberiya partiya PYDê , 20.9 nelhevkirina aliyên siyasî 16.4% sedemên siyasî , herweha 4.4% sedemên civakî û 1.4% rêklamên jib o koçberiyê.
Li gor wa encaman eger sedemên ewlekarî , sedemên yasa û nebaşiya xezmetên rêveberiya bi ser Partiya PYDê li gel sedemên abûrî ku ew jî di destê wê rêveberiyê de ye , 79.2% sedemên koçberiyê di sitûyê wê rêveberiyê de ye û rêjeya bîst ji sedî ya mayê jî ji ber sedemên Siyasî û nelhevgirina aliyên siyasî ku ew jî beşek ji gunihê wê rêveberiyê tê de heye û eger nîv ji wê nelhevkirinê di stûyê Encumena Niştîmaniya Kurd de be û nîvê din di sitûyê rêveberiya bi ser partiya PYDê de be , nexwe encama dawî ya wê rapersîna wê navendê debe 87.4% sedemên koçberiyê di sitûyê rêveberiya bi ser partiya PYDê de ye.
Can Yûsif