Print this page

Kobanê.. jineke Kurd di encama teqîna mayînekî de jiyana xwe ji dest da

6:45:11 PM

Rojavanews : Li gundewarên bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê di encama teqîna mayîneke çandî jineke Kurd jiyana xwe ji dest da .

Li gor zaniyariyên hatine belavkirrin ku berî dû rojan welatiya Kurd ya bi navê ”Şemsa Mustefa Ibrahîm” temen bêncî salî li gundê Xane yê gundewarên rojhilatê kobanê di encama teqîneke ku rêxistina DAIŞê berî ku ji bajarê Kobanê û gundewarên wê bên derxistin bi sedên mayînan li nav mal û zeviyên welatiyan çandine ku bûye sedem bi dehan welatî di nav wande jin û zarok hene rojane birîndar dibin û gelek ji wan jiyana xwe ji dest didin û hîn ew kirîza teqîna mayînan berdewame bê ku tu çare seriyek pilankrî jêre bê danîn.

Afiya Hacî