Print this page

Îstenbol: ENKSê bi şanderê Emirîkayê bo kirîza Sûriyê re civînek lidarxist

RojavaNews :Li bajarê Îstenbol yê Tûrikyê şandek ji komîta peywendyên derva ya Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê bi Michael Ranta şanderê Emrîkayê yê taybet bi dosyaya Sûriyê re civînek li darxist

Di sibeha roja Şemiya borî de li bajarê ÎStenbol civînek di navbera şandeke ji komîta peywendyên derva ya Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê û Michael Ranta şanderê Emrîkayê yê taybet bi dosyaya Sûriyê ,ku ew cvîn derdora yek demjimêrî dirêjkir hat lidarxistin

li gor zanyaryan ku di wê civînê de şanda ENKSê dîtina xwe ji çareseriya siyasî ji bo kirîza Sûriyê re, herweha rewşa kurdan û rojavayê kurdistanê ji şanderê emrîkî re şirovekir

Her di wê civînê de şanda encumena niştîmanya kurd sedemên koçberiyê û rewşa aloz ya welatiyên rojavayê kurdistanê û giringiya alîkariya wilayetên yekgirtî yên Emrîkayê di peydakirina çareseriyeke siyasî û avakirina dewleteke Sûrî fidralî bi şanderê Emrîkî re gengeşekir

ji aliyê xwe ve şanderê Emrîkî hin piris li ser rewşa Kurdan kirin herweha tekez kir ku ew di hewildanên xwe ji bo jinavbirina rêxistina DAIŞê berdewamin ta pêkaniya qonaxeke siyasî veguhêz li gor armancên gelê sûriyê.

Nalîn Hesen

11:07:05