Print this page

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de daxwaza aştiyê ji xelkê Kurdistanê dike

RojavaNews :Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê belav kir, têde daxwaz ji welatiyan û aliyên siyasî dike ku bi şêweyekî aram û aştiyane û di riya yasa re daxwaziyên xwe pêşkêş bikin û ev e naveroka wê daxuyaniyê:

Welatiyên xweşteviyên Kurdistanê

Hûn bi xwe zanin ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Hêzên Asayiş û Hêzên Navxwe ji 10.06.2014 de bi hemî şiyanên xwe şerê çekdarên DAIŞê dikin, ax û xelkê Kurdistanê diparêzin ji bo vê amancê gelek şehîd û qurbanî û dîl dane.

Di dema ku ew di sengerên şer de ne, nikarin dilnereht bin li ser mal û zarokên xwe, lewma em ji hemû qatên civatê, welatiyan û aliyên siyasî dikin ku aramiyê biparêzin û bi aştiyane daxwaza mafên xwe bikin, dûrî tundîtûjî û dorpêçana baregeh û cihên giştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ku em berdewam bin di parastina xelk û axa Kurdistanê bi moralekî bilind û bi hêz.

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

11.10.2015