Print this page

Amûdê: JÎN FM dest bi weşanê kir!

Rojava News: Li Amûdê Radiyoyek teybet bi jina û bi navê “Jîn FM”  dest bi weşanaxwe kir.

 

Doh 12 10 2015  Radyoya Jîn li Amûdê li ser  pêla 104 dest bi weşana xwe kir, gundêwarê deverê jî  dikarin vê weşanê guhdarbikin.

 

Li gor hatiye zanîn eva nêzîkî salekeyê ji bo weşana radyo dest bi perwerde û amadekirina karmendan hatibû kirin.

 

Li gor zanyariyên gihanê Radyo Rojava News:  Radyoya Jîn dohî bi 10 karmendên  xwe yê hemû keç û jin dest bi weşanê kirin.  Radyo Jîn   niha ji 12:00 ta 04 weşana xwe dikê lê belê  bi ermancin ku wê weşanê bikin 24 demjimêr ji bo vê jî  8 karmendên din ji bo bernameyê cuda cuda  perwerde dikin.

 

Li gor hatiye zanîn bi weşana bernameyê radyo ermanc dikin kû bêtirî xwe xizmet bidin pirsgirêkên jinan û yên komelgehê.

 

Sinem Bakir

 

10:05:55