Rojava News :Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di rêya dergehê Sêmalka yê sînorî alîkariyên mirovî bo Kurdistana Sûriyê şand.
Li gorî malpera fermî ya PDK-Sê ragihandiye, Ji ber rewşa dijwar ya ku Kurdistana Sûriyê têde derbas dibe Duh, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di rêya dergehê Sêmalka yê sînorî alîkariyên mirovî bo Kurdistana Sûriyê şand. Ew alîkarî di rêya hejmarek ji kemyonan ku barkirî bi madeyên xwarinê,û betanî çûn bajarê Qamişlo.
Ew alîkarî dê ji aliyê Komîteya Xêrxwaziyê ya Encumena Niştîmaniya Kurdî werin wergirtin.
11:20:33