Print this page

Şêhîdê êrîşa xwekujiya DAİŞê gihan 8 Pêşmergeya!

Rojava News: li devera Keskê ya Mûsilê, çekdarên DAIŞê li dijî hêzên Pêşmerge êrişên xwekujî pêk anîn, di encamê de 8 Pêşmerge şehîd bûn.

Di wê derbarê de Rahenêrê peşmergeyên xwebexş Dr. Sait Kaya ji Rojava News re ragihand; îro berê sibehî demjimêr di 5a de  3ê çekdarên xwekujî yê DAİŞê xwe di nava baregeha peşmergeyan de teqandin.

 

Li gor heman jêderî li gundê bi ser Keskê Qesalliceyê   yek ji wan xwekujan bê ku xwe bihgîne hêzên pêşmergeyan hatiye kuştin, lê herduyêdin li nava dibistana ku wek baregehê dihat bikaranîn de xwe teqandin. Di encamp de 8 pêşmerge şehîtbûn, 7 jî birîndar ketin.

 

Li derverê ji dohî ve milmilana leşkerî berdewam bu.