Rojava News: Hunermenda Tirkiyê ya navdar Sezen Aksu derbarê ser şer û pevçûnên Bakurê Kurdistanê de dipirse; Polîs û leşker ji bo herêmê tên şandin, mamoste jî tên dûrxistin, çima? Çi dibe? Wê çi bi qewimê? û divê em xwe ji bo çi amade bikin?
Sezen Aksu di nivîsa xwe ya ji b o rojnameya Cumhuriyet de rojeva Tirkiyê nirxand.
“Agir bi rojhilatê welat ketiye, mirov dimirin, bajar, gund, kolan, dibistan, nexweşxane û mal wêran bûne kevir li ser kevir nemaye, Li wan deran tiştên pir ecêp diqewimin. Gelo em rastiyên li herêmê têne jiyankirin çiqas zanin?
Li Sûrê, Kerboranê, Nisêbînê, Sîlopî û Cizîrê destûrên doktoran hatine betalkirin, tê gotin ku ji nexweşxaneyên teybet jî hatiye xwestin da tedbîrên taybet bistînin. Hêjmarên zêde yê polîs û leşkeran bo herêmê tên şandin. Mamoste ji herêmê tên dûrxistin. Çima? Çi dibe? Wê çi bibe? Divê em xwe ji bo çi amade bikin?
Di rêvebirina dewletê de cihê hestên şexsî nîne. Demokrasî ji bo xizmeta her kesî ye. Sîstemên demokratîk mirovan birêve dibin ji bo aramiya wan. Loma forsa sîsteman divê nebe. Ji bo ku her kesî hembêz bikin tên damezrandin.
Aliyekî welêt di nava êş û eleman de ye aliyê din di nav jiyanên cuda de ye. Bêguman em di dilê xwe de janekê hildigrin lê bi hinceta ku tiştek ji destê me nayê em xwe ji meseleyan dûr digrin. Yanî welatên ku insaniyeta rasteqîn lê he ye, kes guhê xwe ji kuştinên sivîl re nagire. Bicihkirina prensîbên heq û hiqûqên gerdûnî yên insanî ne tenê berpirsiyariya rêvebiran e. Berpirsiyariya her kesî ye.
Piştî kuştina Hrant Dînk li hember serbilindiya jin û zarokên wî min gelekî fedî kiri bû. Heman rewş di kuştina Tahir Elçi de jî hat serê min. Em her tim heman hevokan dibihîzin. “Meraq nekin. Kujerên vê êrîşa kirêt dê werin dîtin. Em ê wan derxin pêşberê dadweriyê.” Ez rica dikim. Ji kerema xwe van kujeran bibînin êdî.
Ji bo çareserî û demokrasiyê divê em bi aqil û wijdan devbigerin. Ji vê pê ve çareya me nîne. Heta niha hê ji vê baştir çareyek nehatiye dîtin. Gava mirov dest ji kuştina ji bo nasnameyê berda, şermezariya me dê hinekî kêm bibe. Ji bo mirovahiyê divê em li şûna tundûtûjiyê diyalogê bikar bînin. Divê em dest ji raman û baweriyên şexsî berdin û ji bo xêra her kesî bi hev re devbigerin. Rêyek he ye: jiyan kirin û dana jiyakirin.