Print this page

Ebdilhekîm Beşar: Îran hewl dide Jenêv 3 bi ser nekeve

 

RojavaNews:Endamê Hevpeymaniya opozisyona Sûriyê û endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê- Sûriye, Ebdilhekîm Beşar ragihand ku Îran û Sûriyê bi berdewambûna şer, hewl didin ku Jenêv 3 bi ser nekeve, ji ber ku bi têkçûna Rêjîma Sûriyê pirojeya Îranê li navçeyê jî têk diçe.

Herwiha endamên hevpeymaniyê got opozsiyona Sûriyê li ser çûna Esed ji desthetaê li hev kiriye, û ji ber ku Rûsya nikare ji bo demeke dirêj li Sûriyê şer bike, dixwaze çareyeke siyasî li Sûriyê pêk were, û ew baş dizane ku Rêjîma Sûriyê û Îranê êdî nikarin şer berdewam bikim .

 

4:53:07 PM