Rojava News: Rewşa keşûhewayê Kurdistanê sartir dibe û pileyên hewayê bo jêr sifrê daketine. Ji ber barîna zêde ya befrê jî heya niha rêya zêdetir ji 1 hzar û 40 gundan li her sê parçeyên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin
Li Rojavayê Kurdistanê, li her yek ji Kobanî û Dirbêsiyê berf dibare, herweha li başûrê Kurdistanê jî , ji ber lehî û bahozeke bihêz bi dehan welatî li deverên Dêgele, Heybet Sultan û Dola Simaqolî asê mane û rêya hatinûçûnê hatiye girtin.
Li navçeya Mêrgesorê zêdetirî 80cm berf bariye
Û li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û li devera Hacî Omeranê, yek metir berf barûye û astengiyek mezin li pêşiya hatin û çûnê derxistiye.
Li Rojhilatê Kurdistanê li gellek cihan barîna berfê berdewam e û pileya seqayê daketiya jêe sifrê wekû li navçeya Mako ya girêdayê navçeya Ormiyê, herweha li navçrya Merîwanê a li parêzgeha Sine jî rêya hatinûçûna 40 gundan hatiye girtin.
Li bakurê Kurdistanê jî li parêzgeha Wan, Bedlîs, Mûş, Agrî, Şirnex û Colemêrgê berf dibare û rêya zêdetirî 1000 gundî hatiye girtin.