Rojava News: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi alîkariya rêxistina LDS, duh alîkarî li ser penaberên Kurdistana Sûriyê yên li kampa Kewirkoskê dimînin, belav kir.
Celal Îsa yek ji neşteciyên kampê ji Rojava News re got Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hejmarek zêde ji betaniyan li ser beşkî ji penaberan belav kir, û îro wê li ser yên mana jî belav bike.
Tê zanîn ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi berdewamî alîkariyan li kampan belav dike, herweha kerwanên alîkariyan dişîne Kurdistana Sûriyê jî.
Nalîn Hesen
10:02:22