Print this page

Mixabin cangoriyê Derya Ege yê 2016an zarokê dû salî yê Kurde!

Rojava News: Belema koçberan ya ji peravên Tirkiyê ber bi Yunanistanê ve bi rê ket piştî 5 demjimêran li kendalên nav avê qelibî û noqî avê bû, di encamê de zaroka Kurd yê 2 salî xeniqî, 10 kes birîndar bûn bi giştî 35 kes rizgarbûn.

Di sala nû de belemeke din ku ji 36 koçberan barkirî  bû piştî 5 demjimêran li nêzîkî grava Mîra bi sedema ku li kendalê nav avê qelibî noqî avê bû.

Zaroka kur yê 2 salî ku li gel dayika xwe ji Serê Kaniya Rojavayê Kurdistanê birêket û gihan peravê Tirkiyê li gel 34 kesêdin siwarî belama heviya  koçberan ya kaçax bûn, li nêzîkî girava Mîra ya bi ser peravê Yunanistanê noqî avê bû û jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn belema koçberan 5 demjimêran xwe di nav avê girtiyê, lê belê ji ber rewşê seqayê ku mij û dumanê li kendalê nav avê qelibîn û heta Rêxistina sivîl ya parastina Peravên Yunanistanê MOİS ku navenda wê li Meltayê ye giha jihê bûyerê zaroka 2 salî jiyana xwe ji dest da 10 kesêdin jî  birîndarbûn.

Di keştiya koçberanda 36 koçberê di rêwîtiya Ewropayê de hebûn.

 

Şanaz Emin