Rojava News: Partiyên Bakurê Kurdistanê ji bo ku pêşiya şer, alozî û operasyonên ku ev demek dirêj e li bajarê Bakurê Kurdistanê didome bigrin dixwazin ajendayekê çêbikin.
Li gor hatiye zanîn; 6ê wê mehê wê çend partiyên Bakurê Kurdistanê li ser rewşa ku heye li hev bicivin.
Ew parti ewana ne; Partiya Azadiya Kurdistanê PAK, Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), PDK-Bakur, Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP), Partiya Kurdistanî (PAKURD), Hereketa Azadî û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) dê li ser rewşa Bakurê Kurdistanê bicivin.
Lê Hak-Par û PDK-T hina di wê derbarê de helwesta xwe zelal nekirine.
Serokê Giştî yê PAKê her wiha diyar kir ku ew dixwazin konferansek berfireh ji bo sekinandina şer û aloziyan pêk bînin û da zanîn, dê him bi rayedarên Hikûmeta Tirkiyê him jî bi rayedarên Hikûmeta Kurdistanê re hevdîtin bikin.