Rojava News: Ji aliyê dezgehên fermî hate ragihandin ku wê îro deriyê sînor yê navdewletî Îbrahîm Xelîl-Xabûrê were vekirin.
Bi sedema aloziyên Bakurê Kurdistanê ew zêdetirî mehekê ye deriyî sînorî yê Îbrahîm Xelîl-Xabûrê, ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatibû girtin. ji ber wê jî bi hezaran kamyon, otomobîl, rêwî û welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li her du aliyan asê mane.
Li gorî nuçeya daketiye ser Malpera Rudawê Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Dihokê Eyad Hesen daxuyandiye ku ”eger ti astengiyek nemîne wê deriyê Îbrahîm Xelîl-Xabûrê îro vebe.”
Wezîrê Gurmik û Bazirganî yê Tirkiyê jî pêr (3ê vê mehê) gotibû, deriyê Xabûrê dê di nav du rojan de were vekirin û di qonaxa yekemîn de dê rojane 500 otomobîl û kamyon ji Tirkiyê derbasî Iraqê bibin û ji Iraqê jî 750 otomobîl û kamyon derbasî Tirkiyê bibin.