Print this page

Hewlêr.. Nunertiya ENKSê wê rêuresmê behîdariya şehîdê Pêşmerge birêve bibe

Rojava News: Nunertiya  Herêma Kurdistanê ya ENKSê wê rêuresmê behîdariya şehîdê Pêşmerge Selahedîn Hiso li navenda xwe ya li hewlêrê birêve bibe.

Ev rêuresmê behîdariyê Wê du rojan berdewam bike ji roja Çarşemê ta Pêncşemê ji demjimêr 2 piştî nîvro ta 6ê êvarî li navenda Nunertiya  Herêma Kurdistanê ya ENKSê li gundê Îtalî.

Îro 5 . 1 . 2016  Pêşmergeyê bi navê Selahedîn Hiso yê temen 20 salî bi sedema bûyereke çûn û hatinê li Duhokê şehîd ket û wê Îro demjimêr 3ê piştî nîvro termê wî li Kesnezan li Hewlêrê bixakê bê spartin.

Nalîn Hesen

13:16:16